Di heyama duyem a perwerdeyê ya 2014-2015an de li gor çarçoveya Bernameya Şîrê Dibistanê, rojên duşem, çarşem û înê di pêşdibistan û dibistana seretayî de dê şîr belavî xwendekaran bikin.
Li gor biryarê rojên duşem, çarşem û înê şîrê bi rûn û sade, yê ku di hundirê qutiyên 200 millître de belavî xwendekaran bikin.
Teblîxa Tetbîxkirina Bernameya Şîrê Dibistanê ya Wezareta Xûrek, Çandinî û Heywandariyê îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Wezareta Xûrek, Çandinî û Heywandariyê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Tenduristiyê bi hev re ev bername amade kirin. Armanca belavkirina şîr ew e ku zarok hînê şîrvexwarinê bibin, bi têra xwe û baş bixwin û vexwin, bi tendurîstî mezin bibin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî dê dibistanên ku şîrê lê bê belavkirin eşkere bike û Wezareta Xûrek, Çandinî û Heywandariyê jî dê xebatan bide destpêkirin û kordîne bike.