Mûteşebbis Mehmet Alî Yalçin, li navçeya Kepeza li ser Antalyayê û Stenbolê li Çatalcayê du çêwlik ava kir û li wir şîrê ker, hesp û hêştiran hildiberîne. Yalçin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî ji sala 1988an û pê ve li Antalyayê û Bodrumê tûrîst li ker û deveyan siwar dikirin û ew digerendin.
Yalçin qala destpêkirina firotina şîrê keran kir û wiha got:
"Di otêlan de dema ku em diçûn şevbuhêrkên tirkan û yên ku daşik didîtin digotin ku 'hûn dikarin şîrê kerê bidin me.' Dema ku me dipirsî ku 'Hûnê şîr çi bikin' ji me re digotin ku 'Şîrê kerê ji bo gelek nexweşiyan şifa ye.' Me jî şîr dida wan û lê me pere ji wan nedistand. Piştî me dît ku daxwaz zêde dibin û di çapemeniyê de behsa feydeya wê tê kirin me biryar da ku em şîrê keran hilberînin û me dest bi xwedîkirina keran kir û şîrên wan firot."
Yalçîn diyar kir ku di çêwlika wî ya Çatalcayê de 110 û li çêwlika wî ya Antalyayê jî 90 ker, 10 hesp û 12 hêştirên wî hene. 45-50 kerên wî jî avisin. Yalçin got ku ker zêde şîr nadin. Kereka nû zaye jî di rojê de herî zêde lîtreyekê, 4-5 meh şûnde jî nîv lître şîr dide. Kereka daşika wê heye jî bi qasî 8 mehan şîr dide.
Yalçîn daxuyand ku lîtreya şîr 60 lîreyî difroşe û şîr dişîne çar aliyê Tirkiyeyê û wiha got. "Em şîr didoşin, parzun dikin û ji bo cihên dûr dicemidînin û di nav qutuyên qeşayê de dişînin. Ji bo cihên nêzîk jî em şîr nacemidînin."
Yalçin diyar kir ku ji derveyê welêt jî gelek daxwaz hene, lê ji ber pirsgirêkên gihandinê ew nikarin bişînin.
Mûteşebbis Yalçin diyar kir ku karekî zehmet e û çend caran xwestiye ku dev jê berde lê ji ber ku daxwaz hene dewam dike. Li Îtalya, Fransa, Îngiltereyê û hin welatên din ev karekî balkêş e. Li Yunanîstanê jî dewlet piştgiriyê dide vî karî û diyar kir ku ew li bendê ne ku piştgirî ji bo wî jî bê dayîn.
Tê îdiakirin ku şîrê keran di nav hemû şîran de yê ku herî zêde nêzîkî wek şîrê dayikan e û ji bo alerjiyê, pirsgirêka hezmê û nexweşiyên dil û tamaran şifa ye.
Ji hêla din ve tê îdiakirin ku di şîrê kerê de vîtamîn û mîneral zêde ye û nahêle ku mirov zû bi zû kal û pîr bibe. Li Ewropayê bi vî şîrî krem, sabûn, şampuan û tiştên kozmetîkê tên çêkirin.