Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Çubuka navçeya Enqereyê piştî nimêja cinazeyê eskerê piyade yê bipeyman ê şehîd Yener Kirikci ji hêla komekê va hat protestokirin û komê bi kulman va êrîşî wî kir. Hêzên ewlehiyê Kiliçdaroglu birin malekê.
Kiliçdaroglu ji bo ku beşdarî merasima cinazeyê eskerê piyade yê bipeyman Yener Kirikci yê ku li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di pevçûna di navbera terorîstan da şehîd ketibû bibe, çû Çubukê.
Piştî nimêja cinazeyê Yener Kirikci ya li Mizgefta Akkuzuluyê komekê Kiliçdaroglu protesto kir, paşê bi kulm û pêhnan êrîşî wî kirin.
Parastvanên Kiliçdaroglu û hêzên ewlehiyê ew ji nav dest komê derxistin û birin malekê.
Walîtiya Enqereyê jî der barê êrîşa dijî Kiliçdaroglu da ragihand ku ji bo berpirsên bûyerê tehqîqata qanûnî hat dest pêkirin.
Êrîşa dijî Kiliçdaroglu
Serokê Meclisê Mustafa Şentop der heqê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da wiha got, "Ez wer difikirim yên ku ev kirin, li pey provokasyonekê ne. Qenaeta min ew e ku plankerên li para jî divê bên derxistin."
Şentop di hevdîtinên xwe yên li Tekîrdagê da li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê êrîşa dijî Kiliçdaroglu da got ku di siyasetê da nêrîn û nîqaşên cuda çêdibin, lêbelê divê ev hemû bi gotin û ramanan bên kirin.
Şentop bal kişand ku divê bûyerên bi vî rengî bi tu awayî li dijî siyasetmedar û tu kesî neyên kirin û wiha dewam kir, "Ez wer difikirim yên ku ev kirin, li pey provokasyonekê ne. Qenaeta min ew e ku plankerên li para jî divê bên derxistin."