Nihat Kavşut
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wê bi tevahî 142 hezar lire tezmînatê bide Serokomar Erdogan û xizmên wî.
Di doza ku li Dadgeha Hiqûqa Esliyeyê ya 9emîn ya Enqereyê hat dîtin da Ferah Yildiza parêzera Serokomar Erdogan û xizmên wî û Celal Çelikê parêzerê Kiliçdaroglu amade bû.
Di dozê da biryar hat dayîn ku Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu bi tevahî 142 hezar lire tezmînatê bide Serokomar Erdogan û xizmên wî.
Ji ber îdiayên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xizmên wî pere transferî Girava Manê kirine der barê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da bi milyonek û nîv doza tezmînata manewî hatibû vekirin.