30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di nav 10 rojên dawîn da 7 terorîstên di nav wan da PKK/KCKyî û MLKPyî jî hene hatin kuştin, 2 terorîst teslîm bûn û terorîstek jî hat derdestkirin.
Hêzên ewlekariyê yên têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê ya hedefa wê ew e ku hizûr û ewlehiya Tirkiyeyê xirab bike, bênavber didomînin li Hekarî, Tuncelî, Şirnex, Agirî û hin herêmên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt operasyonên xwe zêde kirin.
Hêzên ewlekariyê yên li navend û çil û çiyan terorîstan teqîb dikin di tîrmehê da firsend nedan PKK/KCKya rêxistina terorê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kirin , Di operasyonên Wezareta karên Navxweyî yên di navbera 19-27ê tîrmehê da 7 terorîstên di nav wan da PKK/KCKyî û MLKPyî jî hene hatin kuştin. Wekî mayîn 2 terorîst teslîm bûn û terorîstek jî hat derdestkirin.
- Xelata ji bo serê wan hatibû danîn 6 milyon lire ye
Hat ragihandin ku ji terorîstên di operasyonan da hatin berterefkirin yek Taylan Kutlarê bi navê "Seydo" tê zanîn û ji bo wî 1,5 milyon lire xelat hatiye danîn, yek Hulya Kula bi navê "Şevîn"ê tê zanîn ji bo wê 1,5 milyon lire xelat datiye danîn û di "Lîsteya Terorîstên Lê Digerin" a "hêşîn" da cî digirin, Meryem Aksuya bi navê "Sorhin Eruh"ê tê zanîn û Ugur Aslanê bi navê "Agir" tê zanîn û di "Lîsteya Terorîstên Lê Digerin" a "tûtik" da cî digirin û ji bo wan 600 hezar lire xelat hatiye danîn in.
Wekî mayîn Hidir Çalliyê bi navê "Pîrdoxan" tê zanîn, Cîhan Akalinê bi navê "Bahoz Welat" tê zanîn, Celal Gokê bi navê "Egît Soro" tê zanîn ên di "Lîsteya Terorîstên Lê Digerin" a "gewr" da cî digirin û ji bo wan 300 hezar lire xelat hatiye danîn in hatin berterefkirin.
Muhammet Fadullahê bi navê "Şevger" tê zanîn jî di operasyona hêzên ewlekariyê da hat derdestkirin. Hat ragihandin ku li Şirnex û Wanê jî di encama xebatên hêzên ewlekariyê da 2 terorîstên di kategoriya "gewr" da teslîm bûn.
Hat destnîşankirin ku xelata ji bo van terorîstan hatibû eşkerekirin 6 milyon lireyî digre.