Mümin Altaş
13 Hezîran 2022•Rojanekirin: 14 Hezîran 2022
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, di Operasyona Pençe-Kilîtê da Çawîşê Pispor ê Peyade Ramazan Gok şehîd bû.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar peyama sersaxiyê weşand û wiha got, "Hevalê me yê qehreman Çawîşê Pispor ê Peyade Ramazan Gok îro şehîd bûye. Rehma Xwedê li şehîdê me yê qehreman be, li ser navê xwe û mensûbên Wezareta Parastina Neteweyî ji malbata bikeder û miletê me ra sersaxî û sebrê dixwazim."