27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2019
Li Qereçox û Qendîla li Iraqê di operasyonên di 17-19ê Tîrmehê da 34 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan hat tesbîtkirin li Qereçox û Qendîla herêmên li bakurê Iraqê di operasyonên di 17-19ê Tîrmehê da 34 terorîst hatine berterefkirin.
Li gor agahiyan li bakurê Iraqê ji 27ê Gulanê vir va ku Herekata Pençeyê dest pê kir di operasyonan da heta niha 255 terorîst hatine berterefkirin.
Li bakurê Iraqê herêma Heftanîn di Operasyona Pençeyê ya dewam dike da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku di çarçoveya Herekata Pençeyê ya ku li bakurê Iraqê dewam dike da li herêma Heftanînê 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di çarçoveya operasyonê da gelek sitargeh, baregeh û depoyên muhimatan ên terorîstên PKKyî bi operasyona esmanî hatin îmhekirin.