05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 06 Nîsan 2019
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevk Îsmaîl Çatakli: "Di operasyonên meha adarê da 84 terorîst hatin berterefkirin."
Çatakli li Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniya çapemeniyê da û der barê operasyonên meha adarê da hatine kirin agahî da.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Çatakli destnîşan kir di operasyonên meha adarê da 84 terorîst hatin berterefkirin û wiha got: "Di 16ê Kanûna 2018an da operasyonên me yên zivistanê dest pê kirin û wê heta 15ê Nîsanê dewam bikin. Hemû operasyonên hatibûn plankirin temam bûn. 4 hezar û 728 operasyon hatin kirin û 198 terorîst hatin berterefkirin."
Çatakli der barê bûyerên di hilbijartinên herêmî da derketin wiha axivî: "Di hilbijartinê da hezar û 531 bûyer qewimîn û jê 356 bûyer ji ber hilbijartina mixtariyê derketine. Ji ber bûyeran 495 kes hatin binçavkirin, 9 welatiyên me hatin kuştin û 919 welatî jî sivik birîndar bûn."