03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2020
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli got ku "Di operasyonên Qiranê da 1 jê di kategoriya tirûncî da û 3 jê di kategoriya gewr da bi tevahî 144 terorîst hatin berterefkirin."
Çatakli der barê xebatên Wezareta Karên Navxweyî da daxuyaniya çapemeniyê ya mehane li dar xist.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Çatakli destnîşan kir di operasyonên Qiranê da 1 jê di kategoriya tirûncî da û 3 jê di kategoriya gewr da bi tevahî 144 terorîst hatin berterefkirin.
Îsmaîl Çatakli diyar kir di meha Kanûna 2019an da 3 jê qaşo serkirdeyên payebilind 211 terorîst hatin berterefkirin.
Çatakli destnîşan kir hejmara Sûriyeyiyên vegeriyane welatê xwe 373 hezar û 592 ye û got ku li welatê me di roja îroyîn da hejmara Sûriyeyiyên ku qeyda wan hatine çêkirin 3 milyon û 571 hezar û 30 ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Çatakli diyar kir piştî 11ê Mijdara 2019an hejmara şervanên terorîst yên biyanî ku hatine dersînorkirin 150 ye.
Çatakli destnîşan kir der barê reva Carlos Ghosnê rêvebirê payebilind yê Nîssanê yê berê da 2 mifetişên mulkiyeyê û mufetişekî polêsan yên ku hatine wezîfedarkirin xebatên xwe didomînin.