04 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli daxuyand di operasyonên meha sibatê da 93 terorîst hatin berterefkirin.
- "Di xebatên hilbijartinê ya îdareyên herêmî da li giştiyê welêt 214 bûyer çêbûn"
Çatakli got li giştiyê welêt di xebatên hilbijartinê da 214 bûyer çêbûn û wiha dewam kir: "Di xebatên hilbijartinê ya îdareyên herêmî da li giştiyê welêt 214 bûyer çêbûn. Ji van bûyeran jê 89 der barê hilbijartinên mixtariyê da ne."
- "Ji ber FETOyê der barê 511 hezar û 646 kesan da kar û barên fermî hatin kirin"
Çatakli behsa kesên ji ber Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hatine girtin jî kir û wiha axivî: "Ji 15ê Tîrmeha 2016an vir va li giştiyê welêt der barê 511 hezar û 646 kesan da ji ber FETOyê kar û barên fermî hatin kirin. Ji kesên hatine binçavkirin jê 30 hezar 709 kes hê girtîne. Di çarçoveya xebatên Bylockê da 4 hezar û 676 kesên Block xebitandine yên heta niha nehatibûn tespîtkirin. Ji bilî vê 95 hezar û 310 kes hatin tespîtkirin. Der barê 79 hezar û 337 kesan da kar û barên adlî hat kirin."