Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş got: "Divê ku hikûmet jî daraz jî paqij bibin"
Demirtaş li Cizîrê di mîtînga "silavdayîna Rojava" ya ku BDPê li dar xist de axivî û îdia kir ku alikariyên gelek deverên dinyayê ji Rojava re tên şandin, lê ji bo ev alîkarî negihêjin wê derê astengî tên derxistin.
Demirtaş destnîşan kir ger ku hûn bixwazin dewleta paralel û binyadên paralel ji darazê paqij bikin divê hûn bûyera Roboskiyê ji bîr nekin. Ev girêdayî hev in. Yên ku dixwazin bûyera Roboskiyê bidin jibîrkirin divê acîl hisab ji wan bê pisîn.
Demirtaş bangî Serokwezîr Erdogan kir û got: "Hemû berpirsiyarên qetla Roboskiyê teslîmî darazê bike, em ê jî ji te bawer bikin ku tu ji dewleta paralel aciz î" û wiha dewam kir:
"Dadgehên rayetaybet bigre, xêra van dadgehan ji kî re heye? Binêre dewran zivirî îcar hisab ji te tê pirsîn. Dema ku van dadgehên rayetaybet kesên sûcdar û bê sûc digirtin dengê te dernediket. Ger ku tu weke Srokwezîr bixwazî ji dewleta paralel hisab bipirsî divê tu karê xwe vekirî bikî, tu yê dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta paralel re bikşînî û dewleteke paralel e din saz nekî. Tu yê ji demokrasî û venêranê re vekirî bî. Tu yê kesên ku tev li karên gendeliyê û bertîlê bûne neparêzî. Hûn bi salan cezayê didin zarokekî ku duruşme gotiye. Niha wezîrên te dê çawa bi îdiayên gendeliya trilyon û milyonan peywira xwe bidomînin? Qey ev daraz dê ji van hisab nepirse? Va ye mijara herî girîng jî ev e."
Demirtaş got daraza ku dê ji van hisab bipirse bixwe jî di rewşa sûcdaran de ye. Divê ku ji darazê jî hisab bê pirsîn û wiha dewam kir: "Divê ku hikûmet jî daraz jî paqij bibin. Ji ber vê çendê em dizanin ku her du aliyên AKPê û cimaetê tev sûc bûne. Îro ew kesên ku dibêjin em li ser navê cimaetê tevdigerin sala par hîn bûn ku AKP û alîgirên AKPê dizî kirin? Cara ewil dibihîzin? Na. Ev bi sala ne ku ev kar bi hev re dimeşandin. Niha jî şerê rant û parê di navbera wan de derket. Ji ber vê ye ku gora hev dikolin. Yek ji yê din paqijtir nîne. Divê hemû hisabê bidin gel. Divê ku em li vir bisekinin. Ger ku hikûmet demokrasiyê dixwaze bila xwe ji venêranê re veke. Ku tu gendeliyan veşêrî, ku ji dewleta paralel hisab nepirsî tu dê dîsa têk biçî. Ger ku Serokwezîr naxwaze ziyanê bide gel û welat divê.