Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler der barê operasyona ku navenda wê Stenbolê wiha got: "Dema ku min belge dîtin, ez pêhesiyam ku di belgeyên qaşo hatin parvekirin de gelek nakokî hene. Hetta di qeydên dengan de jî li hin cihên girîng yên mijara pere de gelek tişt lê hatine zêdekirin. Ev tişt bi hosteyî hatine kirin lê dema mirov baş bala xwe bidê, mirov pêdihese ku ev tişt hatine çêkirin û montajkirin. Ez bawer dikin ku raya giştî dê wan tiştan bi awayekî baş binirxîne."
Guler daxuyaniyeke taybet da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heta niha rêz nîşanî veşartîbûna dozê daye û ji ber vê jî piştî evqas wextî diaxive. Guler destnîşan kir ku niha beşa ewil a lêpirsînê temam bû û hin kes hatin girtin.
Guler wiha dewam kir: "Mixabin ev operasyon dafikeke qirêjî ye û di bin navê gendeliyê de hatiye kirin. Ya ji vê girîngtir jî ew e ku bi manupulasyona medyayê jî, ev operasyon vegeriya kampanyaya reşkirinê. Di operasyonê de hemû rêzikên hiqûqî û ûsûlî hatin binpêkirin.
Hêj di roja ewil a operasyonê de dîmen, agahî û delîlên ku hatine qeydkirin hemû hatin eşkerekirin. Her çend di lêpirsînê de biryara veşartîbûnê hatibe dayîn jî mixabin hem ji nav polêsan, hem jî ji qanalên din agahî û belge dane derve.
Mixabin em dinhêrin ku zagonan bi vî şiklî bin pê dikin. Di serî de heyanî pêvajoya darizandinê biqede em ê rêzê nîşanî biryaran bidin. Ez cardin dibêjim ku divê rêgeza bêsûcdariyê bê parastin. Heta sûc neyê îspatkirin, her kes bêsûc e, lê min dît ku di nav belgeyên hatin weşandin de gelek nakokî hebûn. Heta di nav axaftinên me yên ku hatine guhdarkirin de dema ku mijara pera derbas dibe, tişt lê hatine zêde kirin. Ev tişt bi awayekî zanayî hatine amadekirin.
Guler li ser pirsa "Gelo hûn dibêjin hin delîlên derew jiberxwe derxistine?" jî wiha got: "Mixabin. Di gelek qeydên ku li ser rojname û televîzyonan hatin weşandin de, tişt lê hatine zêdekirin. Di mijara bidestxistina delîlan de jî gelek kêmasî hene."
Guler diyar kir ku welatî jî bi vê yekê hesiyan û wiha pê de çû: "Ev operasyon li dijî AK Partî û îradeya gel hat kirin."
-Delîleke wisa tuneye ku mirov bibêje "Belê, ruşwet hatiye dayîn"
Guler wiha dewam kir: "Jixwe dema ez çûme Meclîsê, ez ê bixwazim ku der heqê min de lêpirsîna hewce bê kirin. Der heqê min de delîleke wisa tuneye ku mirov bikare bêje 'navê min tevli mijareke ruşwetê bûye. Tiştekî wisa teqez nehatiye îspatkirin û ez tiştekî wisa teqez qebûl nakim. Jixwe rastî dê derkeve holê."
-Îstifa jî tê de ez ji bo her tiştî amade me
Guler der barê operasyonên Îstanbulê de wiha dewam kir: "Roja ku operasyonê dest pê kir, di 17ê kanunê de min ji Serokwezîr Erdogan re got ez ji bo lêborîna peywirê, ji kar avêtin û îstifakirin tê de ji bo her tiştî amade me. Ez dikarim vê yekê bikim. Ez niha li benda biryara Birêz Serokwezîr im."