21 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Sîlahxaneya Qesra Yildizê beşdarî bernameya zindî ya TRTê ya "Weşana Taybet a Serokomar bi ciwana ra tê bal hev" bû û li vir pirsên ciwanan ên der barê geşedanên li Tirkiyê û dinayayê da bersivandin.
- "Evana dijminê birayên min ên kurd in"
Serokomar Erdogan: "Hûn li Hekariyê dinêrin, me li wir balafirgeh çêkir. Vana balafirgehê bombe dikin. Niha hûnê çawa nêzîkî vana bibin? Ma mimkun e mirov ji vana ra bibêje welatparêz? Gelo mimkun e mirov qala miletperweriyê bike? Yanê mimkun e ku mirov bibêje vana 'ji welatiyên me yên kurd hez dikin'? Vana dijminê birayên min ên kurd in. Hezkirin tuneye. Ma heke hezkirin hebûya ew ê rê li ber me bigirtana, balafirgeha ku di nav du salan da çêdibe ji ber rê li ber girtina wan 4-5 salan kişand. Lewra her tim gefan li fîrmayên miteahîdan dixwin. Yek çû yek hat, yek çû ya din hat. Em rêyên duble didin çêkirin diçin gefan li miteahîdan dixwin. Wan ev bi me kir lê me li hemberî vana got em ê çêbikin û me çêkirin."
Serokomar Erdogan got ez bawer im ew ê di mijara destlênedayinê da biryarên cidî bên dayin.
Erdogan li ser nîqaşên rakirina destlênedayînê axivî û mijar wiha nirxand:
"(Nîqaşên ser rakirina destlênedayinê) Dibêjin ma hûn çima disekinin? Çima çi hewce dike hûn bi cih naynin? Ewqas cangoriyên me hene. Ev hemû cangoriyên me tên, lê hûn li pêşberî vana bê deng dimînin. Wan konê taziyeyê vekiriye û hin kes ji bo serxweşiyê diçin wir. Maneya vê çi ye? Qet mirov dikare qala koneke serxweşiyê ya ji bo endamekî rêxistina terorê hatibe vekirin bike û mirov dikare qala parlementerek ku çûbe vî konê bike? Ya tu çawa diçî wir? Tu yê him bibî wekîlê vê miletî him jî tu yê biçî konê ku nizanim ji bo çi yê wî hatibe vedan. Ma tewşiyeke wiha heye? Divê di mijarên wiha da, siyaset berteref bibe û daraz li wir biaxife. Li gor gava ku divê bê avêtin ev e, ez bi vê bawer im. Vê rêya ku Birêz serokwezîr vekir, vê gava ku avêt; herhal ew ê partiya mixalefetê ya sereke jî wê biryara xwe bide. Ji aliyê din va birêz Serokê Giştî yê MHPyê jî di vê mijarê da erênî axivî. Ew ê jî biryara xwe ya di vê mijarê da bidin. Bawer im ew ê ji parlementoyê biryareke cidî derbikeve. Lewra divê pêşiya vî karî vebe."