21 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyona li hember rêxistina terorê PKKê de polêsek cangorî bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji bo ku çal bên girtin û barîkat bên rakirin operasyona ku di 14ê adarê de hatibû bidestpêkirin dewam dike.
Hêzên ewlehiyê dema li taxa Dîcleyê lêgerîn dikirin teqemeniyek hat teqandin û polêsek giran birîndar bû.
Polêsê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê di nexweşxaneyê de cangorî bû.