Serokatiya Karên Diyanetê îlmihala şafiyan berfirehtir kir û bi navê "Fiqha Şafiyan" berhemeke ji du cildan pêk tê amade kir.
Endamê Lijneya Bilind ê Karên Dîn ê Serokatiya Karên Diyanetê Mehmet Keskîn der barê fiqha şafiyan de daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku ev berhem piştî xebateke 5 salan hat amadekirin.
Keskîn wiha axivî: "Ev pirtûk wê ji bo birayên me yên şafî bibe xizmeteke mezin. Di sala 2010an de me îlmihaleke şafiyan a wek kurteyê weşandibû, lê niha berhemeke ku li Tirkiyeyê telîfa wê heye yekem car tê çapkirin. Ez di wê hêviyê de me ku bi vê berhemê valahiyek wê tije bibe. Di îlmihalê de ji bilî beşa baweriyan der barê hiqûqa malbatê, hiqûqa bazirganiyê û mijarên de jî agahiyên bi hurgilî hene."
Keskîn daxuyand ku li ser daxwaza welatiyên li Rojhilatê û Başûrê Rojhilatê dijîn û melayan ev berhem hat amadekirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku di lîseyên îmam xetîban û fakulteyên îmam xetîban de der barê fiqha şafiyan de zêde agahî nayên dayîn mela zehmetiyan dikşînin. Çawa îlmihal derket qediya û me jî biryar da ku em vê îlmihalê berfirehtir bikin. Me wek du cild û bi navê Fiqha Şafiyan ev berhem amade kir û wê bê çapkirin. Ji 20ê gulanê pê ve wê li buroyên firotinê yên Serokatiya Karên Diyanetê bên firotin. Vê xizmetê pêşkeşkirin wezîfeya diyanetê ye û serokatî kêfxweş e ku xizmetek wiha dide welatiyan."