Nexweşxaneyên Kamûyê yên li Diyarbekirê digel herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xizmetê didin welatên cînar û bi xizmeta xwe ya pirzimanî balê dikşînin li ser xwe. Wezaretê daxwaza guherandina navên nexweşxaneyên kamûyê yên li Diyarbekirê qebûl kir.
Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamûyê yên Diyarbekirê serî li Wezareta Tenduristiyê da û xwest ku navê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Diyarbekirê wek "Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Diyarbekirê ya Gazî Yaşargîl", navê Nexweşxaneya Dewletê ya Diyarbekirê jî wek "Nexweşxaneya Dewletê ya Diyarbekirê ya Selaheddîn Eyyubî" bê guherandin. Wezaretê ev daxwaz qebûl kirin.
- "Înşellah feydeyê bide Diyarbekirê"
Sekreterê Giştî Doç. Dr. Îbrahîm Ûygûn, Prof. Dr. Yaşargîlê ku li Liceya navçeya Diyarbekirê hat dinê ziyaret kir û mizginî dayê ku navê wî li nexweşxaneyê kirin.
Prof. Dr. Gazî Yaşargîl jî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Cara ewil e ku navê min didin nexweşxaneyekê. Ev ji bo min rûmeteke mezin e, ez gelekî kêfxweş bûm. Înşellah feydeyê bide Diyarbekirê."
- "Ez ji aliyê şîr ve kurd im"
Prof. Dr. Yaşargîl da zanîn ji ber ku li Liceya Diyarbekirê hatiye dinê welatiyên kurd wî wek kurd dizanin û got ku ev yek min gelekî kêfxweş dike.
Yaşargîl got ku "diya min ji Stenbolê ye, bavê min jî ji aliyê Beypazariya navçeya Ankarayê ye û wisa bawer dikim ku ez ji aliyê genetîk ve tirk im. Lê belê gelek jinên kurd ez mêjandime, ji ber vê yekê jî dema dipirsin, ez dibêjim ku ez ji aliyê şîr ve kurd im û em dikenin."
- "Em dê navê mamosteyê xwe li hemû cîhanê belav bikin"
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamûyê yê Diyarbekirê Doç. Dr. Ûygûn jî got ji bo ku ji bo bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê bibe mînak, biryar dan ku navê Prof. Dr. Yaşargîl bidin nexweşxaneya lêkolînê.
Ûygûn wiha got "Ji ber ku Yaşargîl em neşikandin û pêşnşiyaza me qebûl kir, em spasiya wî dikin."Ûygûn diyar kir ku armanca wan ew e ku nexweşxane bibe nexweşxaneyeke lêkolînê û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî me navê mamosteyê xwe guncav dît, em dê navê mamosteyê xwe li hemû cîhanê belav bikin."