Önder Beyter
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Di doza peywirdarê Konsolosxaneya Amerîkayê li Stenbolê Nazmi Mete Canturk ku ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" dihat darizandin da hukmê kontrola edlî ya "ji mala xwe dernekeve" hat rakirin.
Berşik Nazmi Mete Canturk, jina wî Sevim Canturk û keça wî Kevser Îrem Canturk û herwiha parêzerên wî beşdarî danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn a Stenbolê bûn. Konsolosê Amerîkayê li Stenbolê Daria Darnell û hin peywirdarên din ên konsolosxaneyê jî danişîn şopandin.
Hersê berşikên ku parastina xwe dan, tawanbariyên der heqê xwe da red kirin û xwestin ku hukmên kontrola edlî yên der heqê wan da bên rakirin.
Herwiha parêzerên berşikan jî îdia kirin ku muwekilên wan bêsûc in û xwestin ku hukmên kontrola edlî bên rakirin.
Heyeta dadgehê ku guhê xwe da daxwaziyan, biryar da û hukmê kontrola edlî ya "ji mala xwe dernekeve" ya der heqê Nazmi Mete Canturk da rakir. Heyetê herwiha qedexeya derketina derva ya der heqê berşik da ranekir û herwiha hukmê wê yekê jî da ku berşik dê hefteyê da carekê biçe qereqolê û îmzeyê bide.
Heyetê herwiha hukmê kontrola edlî ya dayîna îmzeyê ya der heqê berşik Sevim Canturk û Îrem Canturkê da rakir û biryar da ku qedexeya derketina derva ya der heqê wan da dewam bike.
Herwiha heyeta dadgehê biryar da, Metin Topuzê ku di dozeke din da berşik e, were guhdarîkirin.