Elif Orhan
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Egila navçeya Diyarbekirê ya tê bawer kirin ku pêxember Zulkifl û Elyesayê ku navê wan di Qur'ana Pîroz da derbas dibin jî di nav da lê 9 pêxember binaxkirî ne bi Gola Bendavê ya Kralkizi, sarincên sûrê û dîroka xwe va mêvanên ku ji çar aliyê welêt tên diezimîne.
Egîl 52 kîlomêtro ji navenda bajêr dûr e û ji heyamên antîk heta îro li wir gelek şaristanî bi cî bûne. Navçe bi nirxên xwe yên çand û baweriyê, xweşikahiyên tebiî va bi taybetî havînê rastî eleqeyeke mezin tê.
"Egila warê pêxemberan" di turîzmê da berbiçav e
Wisa tê bawerkirin ku gorên Nebî Harunê Asefî, Nebî Hellaq, Nebî Zunnun, Nebî Hurmiz, Nebî Omer, Danyal ligel Zulkifl û Elyesayê navê wan li Qur'ana Pîroz derbas dibin li navçeyê ne. Egil bi Gola Bendava Kralkizi, sarincên sûrê, çardaxên li kêleka golê, restoran, qehwexaneyên beyarê, tekneyên geştê mêvanên ji çar aliyên welêt tên diezimîne.
Li navçeya digel atmosfera menewî derfet heye ku werzişên avê û geşta kelekê bê kirin.
Azîz Sonatê ku ji Bursayê hat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku xweşikahiyên Diyarbekirê bibîne bi malbata xwe ra bajar ziyaret kir.
Sonat qal kir cara ewil Egîlê dibîne û got ku "Geşteke gelekî xweş bû, em ji ber ku hatin vir gelekî kêfxweş in. Em dibêjine her kesî ku bila bêne vir."
- "Diyarbekir bajarekê wisa ye ku teqez divê bê dîtin"
Esra Gorhana ku ji Samsunê hat jî got ku dê di îzna xwe ya salane da Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bigere.
Gorhanê diyar kir ku di çarçoveya geşta Diyarbekirê da hatin Egîlê û wiha axivî:
"Gotine me ku divê hûn teqez Egilê bibînin. Me jî got ku 'Bê dîtina Egilê nabe'. Em ê piştî geşta kelekê gorên pêxemberan ziyaret bikin. Ev der gelekî xweş in. Em ê dîsa bên. Diyarbekirê bajarekî wisa ye ku teqez divê bê dîtin. Ez ji Rîzeyê me her derê me av e lê ev der gelekî cuda bûn ji bo me."
Ji ziyaretvanan Ahmet Turgut jî qal kir ji ber ku gorên pêxemberan hene Egil bi menewiyatê dagirtiye.
Turgut qal kir ku xweşikahiyên tebiî yên navçeya ku bi malbata xwe ra hat, gelekî eciband û bangî her kesî kir ku bên û navçeyê bibînin.
Abdulmuttalîp Kirtayê ku li navçeyê li kêleka golê kargeha wî heye da zanîn ku bi taybetî dawiya hefteyê turîstên herêmî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî navçeyê didin.
Kirtay qal kir ku ziyaretvan pêşî gorên pêxemberan ziyaret dikin, paşê derdikevin geşta kelekê û li kargehên wan xwarinê dixwin û wiha axivî: "Me bi veberhênana 9 sal berê ev kargeh ava kir. Roj bi roj jimara ziyaretvanan zêde dibe. Ji ber ku her kesê tê tewsiyeyê heval û xizmên xwe dikin ev reqam zêde dibe. Dawiya hefteyê kêm zêde hezar û 500 wesayît tên."