01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Li seranserê Tirkiyeyê di navbera 30ê rêbendanê-27ê sibatê da di operasyonên dijî teror, hişbir û koça bêpergal da bêtirî 10 hezar kesî hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 918 berşik hatin tewqûfkirin.
Li gorî pêzanîna ku peyamnerê AAyê ji daneyên Wezareta Karên Navxweyî berhev kir, hêzên ewlekariyê yên ku li seranserê welat têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê û şebekeyên sûcê bênavber didomînin, li hemberî rêxistina terorê PKKyê 861 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da 2 hezar û 195 berşikên ku bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistinê va hatin binçavkirin, 144 jê hatin girtin.
Di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên çep da jî ji 60 berşikên ku bi gumana peywendiya rêxistina terorê hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin.
Di operasyonan da 22 jê mirî, 4 jê birîndar, 20 sax û 21 yek jî teslîmbûyî, bi tevahî 67 terorîst hatin berterefkirin.
Ji 952 berşikên ku bi gumana peywendiya rêxistina terorê DEAŞê hatin binçavkirin jê 5, ji 2 hezar û 849 berşikên ku di operasyonên dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da hatin binçavkirin, jê 331 berşik hatin girtin.
- Operasyonên têkoşîna hişbirê
Li dijî çavkaniyên fînansê yên rêxistinên terorê 2 hezar û 466 operasyonên têkoşîna hişbirê hatin kirin.
Di operasyonan da 10 ton û 364 kîlo esrar, 376 kîlo 644 gram eroîn, 12 kîlo benîştê afyonê, 7 kîlo kokaîn, 27 hezar û 188 hebên hişbirê, 18 kîlo û 729 gram metamfetamîn, 7 hezar û 377 kirkirk, 13 kîlo û 465 gram bonzaî, 81 kîlo xammadeya hişbirê, 5 milyon û 359 hezar û 24 heb cixara qaçax û 239 hezar û 776 lître sotemenî hat bidestxistin.
3 hezar û 727 gumanbar hatin binçavkirin û ji van 353 kes hatin girtin.
Di çarçoveya têkoşîna koça bêpergal da jî 8 hezar û 620 koçber hatin girtin.
Di operasyonan da bi îdiaya ku organîzator in, 307 bersûc hatin binçavkirin, jê 83 bersûc hatin girtin.