Ahmet Aydın
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Cerrahê Tirk û pêşkeşvanê televizyonê Dr. Mehmet Ozê ku li Amerîkayê dijî, dê Gobeklîtepeya li Şanliurfayê ya ku ketiye Lîsta Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê, di bernameya xwe ya ku li 100 welatî tê weşandin, bi zimanê Tirkî û Înglîzî bide nasandin.

Dr. Mehmet Oz di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku li Gobeklîtepeyê geriyaye û gelekî bala wî kişandiye.
Oz destnîşan kir ku bi mebesta nasandina Gobeklîtepeyê bo hemî cîhanê serdana Gobeklîtepeyê kiriye û wiha got, "Min divê ku hemî cîhan fêm bike ku Gobeklîtepe çend giring e. Hê hingî mirovan hewl daye bigihîjîn xwedawendan û di wî baweriyê de bûne ku piştî naskirina xwedawendan dê bikaribin cîhanê biguherînin. Mirovan bi saya vê baweriyê dest bi çandiniyê kirine û dest bi rengdana şaristaniye xwe kirine."

"Bila bêne Tirkiyeyê û Gobeklîtepeyê bibînin"
Ozê ku bernameya bi navê "The Dr. Oz Show" ya ku ev 10 sezon e li Amerîkayê tê wêşandin pêşkêş tekezî li wê yekê kir ku dê di vê beşa bernameya xwe de cih bide Gobeklîtepeyê.

Dr. Oz wiha pê de çû:
"Heke em wê dîrokê jibîr bikin, heye ku em nuha jî zehmetiyê bikişînin lê heke em jibîr nekin û vebîr bînin ka Gobeklîtepe çend giring e, hingî heye ku îstiqbala me biguhere. Ew zanyariyên ku min li Gobeklîtepeyê dane hevdû ezê li Amerîkayê di bernameyê de pêşkêş bikim. Şova min ji xwe li 100 welatî tê weşandin. Ji ber vê wê li hemî welatên Erebî, li rojhilatê Ewropayê, li Asyayê û helbet li Amerîkayê wê bê nîşandan. Mebesta min ew e ku mirov bizanin ka Gobeklîtepe çend giring e Eu ji bo dîtina Gobeklîtepeyê serdana Tirkiyeyê bikin."