Serokwezîr Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê, di Civîna Serokên Bajêr ên Berfirehkirî de axivî. Erdogan got ku xebata ji bo daxistina dema leşkeriyê qediyaye û dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û bikeve rewacê.
Serokwezîr Erdogan diyar ku dê ji 1ê çiriya paşîn a 2014an dest pê bike û dê leşkerî ji 15 mehan dakeve 12 mehan û wiha axivî: "Nêzî 600 hezar kes jî yên ku beqayê hene. Ez naxwazim wiha bêjim lê rewşa wan vê gavê firar e. Li vir divê him Wezareta Karên Hundir û him jî Wezareta Parastina Neteweyî divê bi hev re tevbigerin û yên ku firarî ne biqefêlin û teslîmî leşkeriyê bikin."