Türkan Tosun
14 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
Di dîmenên nû yên dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da du parastvanên Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn ji hêla eskeran va tên derdestkirin.
Di dîmenên ku AAyê bi dest xist da tê dîtin eskerên derbekar di saet 21.52an da tên li ser Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê û di saet 06.15an da teslîm dibin. 8 saet û 23 deqîqeyên wan bi hemû zelaliya xwe va tê dîtin.
Dîmenên nû yên şeva îxanetê gihîştin destê AAyê
Eskerên di bin emrê Yarbayê berê Turgay Odemîşê ku 35 caran cezayê muebetê û 3 hezar û 323 sal cezayê hepsê xwar da ne bi tank û wesayîtên bizirx va ji Qişlaya General Nurettîn Baransel a li Maltepeyê derdikevin û di saet 21.52an da tên li ser pireyê. Eskerên derbekar rêya çûn û hatinê ya ji hêla Anadoluyê ber bi Ewropayê va diçe yekalî ji trafîkê ra digrin.
Di dîmenan da tê dîtin Bînbaşî Ahmet Taştanê ji heman dozê hat darizandin û 35 caran cezayê muebetê û 3 hezar û 343 sal cezayê hepsê xwar di saet 21.56an da tê ser pireyê û beşdarî eskeran dibe.
Piştî demekê trafîka li ser pireyê bi temamî dusekine û çûn hatinek, qerebalixek çêdibe.
- Dîmenên derdestkirina du parastvanên Waliyê Stenbolê
Du parastvanên Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn yên bi navê Şafak Kurul û Ferît Bozkurt li ser agahiya Walî Şahîn wê here pireyê diçin li ser pireyê.
Li wir tên cem eskeran lê esker ji wan ra dibêjin "Şaşiyê nekin. Me dest da ser rêvebiriyê. Ji wesayîta xwe peya bin."
Parastvan ji wesayîtên xwe peya dibin û diçin li cem fermandarê derbekar Ahmet Taştan û dibêjin ew dixwazin derbasî hember bibin û karê xwe bikin.
Li wir esker dest didin li ser çek û bêtêlên wan û wan derdest dikin.
Dema esker wan ji bo demekê tenê dihêlin parastvan kelemçeyên xwe vedikin û ber bi herêma biewle va direvin û xwe xilas dikin.