11 Gulan 2016•Rojanekirin: 12 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez der barê îdamkirina Serokê Partiya Cimaeta Îslamî ya Bangladeşê Matîûr Rehman Nîzamî de got ku ew ji ber vê îdamê xemgîn e.
Gormez û Sermuftiyê Tanzanyayê Şêx Ebubekir Zubeyr Mbwana û heyeta wî hatin bal hev.
Piştî hevdîtinê Gormez li ser pirsa îdamkirina Nîzamî daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: "Hin rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyareta me ku em rê li ber vê îdamkirinê bigrin û Tirkiye bibe qasid. Der barê gelek teşebisan de agahiya min hene. Lê mixabin ev îdam çêbû. Lê çi ji destê Tirkiyeyê tê, Tirkiyeyê kir."
Gormez got ku ji bo ciwanên civakekî di bin kontolê de bê girtin, bineheqî mirovên kal îdamkirin ne li gor tevgera dinyaya îro ye û wiha axivî: "Her kes dizane ku eleqeya van îdaman û hiqûqê tune. Bitemamî siyasî ne û ji bo ku li ser civakê serdestî çêbibe tên kirin. Lê ev tevgerên xelet in. Li hember vê di vê dinyaya modern de tu deng derneket, ev jî bi rastî mirov xemgîn dike. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo me jî xemgîniyeke mezin e."