ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Papa Francîscûs piştî hevdîtina li Qesra Serokomariyê, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Di hevdîtina ku me bi hev re kir de hema hema bê mijarên ku em û Papa Francîscûs ji hev cudatir difikirin tunene. Em û ew bi heman nêrînê li bûyerên dinyayê dinihêrin. Em der barê têkoşîna bi terorê de wek hev difikirin. Em bi heman awayî li şideta ku li dinyayê diqewime dinihêrin, nêrîna me ya desthilatiya pereyan heman e."
"Mixabin li rojava netewperestî, cudakarî, nefreta li dijî kesên ku ne ji mirovan e û îslamofobî bi lez û bez berbelav dibe. Em wisa dibînin, li hemberî misilmanên ku li welatên Rojava dijîn, bêtehemulî her ku diçe zêdetir dibe. Mirov ji ber ku tenê mensûbê dînên din in, bi awayekî neheqî tên etîketkirin ku ew alîgirên şidetê ne."
"Li Xezeyê ji ber terora dewletê zarok û jinên bêsûc û bêguneh dimirin, lê mixabin ev yek bala dinyayê nakişîne. Li Qudsê Mescida Eqsayê ku cihê pîroztirînê misilmanan e, hedef hildan û êrîşî wê derê kirin, lê ev êrîş her tim nayê dîtin. Li wê derê li dijî tiştên pîroz yên cimaetên dînên cuda tengavkirin jî tên kirin, lê mixabin camîaya navneteweyî li hemberî vê yekê jî bê deng dimîne. Li Tirkiyeyê 30 sal in ku ji ber terora PKKê nêzî 50 hezar mirov mirin, lê dinya li hemberî vê yekê bertekê nade nîşan. Li hin welatan derbeyên leşkerî, komkujî, binpêkirina mafan tên kirin, lê dinya li hemberî van tiştekî nabêje û weke ku van yekana teşwîq dike. Va ye ev helwesta bêedaletiyê ne tenê li alema îslamê, di hemû rihê mirovên biedalet de talankirinan çêdike ku ev talan zûbizû nayên temîrkirin."