ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Papa Francîscûs, piştî hevdîtina Qesra Serokomariyê, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Papa Francîscûs di axaftina xwe de wiha got:
"Pêdiviya me bi diyalogê heye, lewra gelek nirxên me yên hevpar hene. Di heman demê de divê ev diyalog bi aramî bidome û qîmetê bidin cudahiyan û ji wan ders bê girtin. Ji bo ku aştiyeke saxlem çêbibe, divê em bi sebr û tehemul hewildanan bidomînin. Divê ev aştî li ser rêzgirtina mafên bingehîn û armanckirina rûmêtê bê avakirin."
"Tirkiyeyê camêriyeke mezin kir û gelek penaber kir mêvan. Bûyer û rewşa dramatîk a cînarên Tirkiyeyê rasterast tesîrî Tirkiyeyê kir. Mecbûrbûyîneke exlaqî ye ku civata navneteweyî alîkariya van penaberan bike. Divê hem alîkariya mirovahî bê kirin, hem jî li ser sedemên ku ev trajedî derxistin holê bê sekinandin."
"Bi taybetî li Sûriye û Iraqê xwepêşandanên terorî bê navber didomin. Rêbazên mirovahiyê tên binpêkirin, kêmnetew û mensûbên dînên cuda tên sirgûnkirin. Ne tenê mesîhî û êzdî, bi hezaran mirov ji bo ku xwe xelas bikin, li ser baweriya xwe bimînin, mal û milkên xwe diterikînin."
"(Geşedanên Iraq û Sûriyeyê) Bi şertê ku rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê nîşandan, heke her tim têkoşîna li dijî êrîşên neheq meşrû bin jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkê tenê midaxaleya leşkerî ne bes e. Divê alîgir di çarçoveya pêbaweriyê de bi hev re hewildanan bidin. Ev hewildan wê aştiya mayînde pêk bîne û berê me ji çekan biguhêze û bide şerên heqîqî ku ev şer ji bo rûmeta mirovan layîq be. Divê li dijî birçîbûn û nexweşiyan şer bê kirin û ji bo ku pêşveçûn çêbibin, tiştên afirîner bên parastin şer bê kirin û têkoşîn ji bo xizaniyê bê dayîn."