Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya bi navê "Di Rêya Tirkiyeya Nû de" ya ku di televîzyonan de hat weşandin de got ku di rêya avakirina "Tirkiyeya Nû de" derketin rêwitiyekê. Davutoglu got ku ji ber ku di merheleyeke nû ya di vê rêwitiyê de ji nû ve bi welatiyan re hatin bal hev kêfxweş in.
Davutoglu di axaftina xwe de li ser bûyerên ku bi hinceta Kobanêyê derketin û li se rpêvajoya çareseriyê jî sekinî.
-"Çeteyên terorê bi hinceta Kobanêyê bajarên me şewitandin"
Davutoglu got ku di 6 û 7ê cotmehê de dema ku xelk xweşikahiya Cejna Qurbanê dijiya li hin bajarên me bûyerên gelek dilson ên ku her kesê xemgîn kirin, qewimîn.
Davutoglu got ku "Hin vandalan hin çeteyên terorê yên rûpoşkirî bi hinceta Kobanêyê bajarên me şewitandin û xirakirin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mirovên me yên li kolanan, polêsên me birîndar kirin û kuştin; pirtûkxaneyan, dibistanan, otobêsên gel şewitandin. Bi van hemû çalakiyên terorê xwestin ku atmosfera biratiyê ya ku li welêt serdest e, ji holê rakin. Dixwestin ku nîzama kamûyê ji holê rakin û pêvajoya çareseriyê sabote bikin. Xwestin ku mirovên herêmê ji atmosfera aramî û pêşketina aboriyê hêviya xwe bibirin. Ji ber ku ev kes bi xwînê, nefretê û dijminahiyê mezin dibin. Ez ji vir car din bibiryarî dibêjim ku em dê destûrê nedin ku tu kes zirarê bide yekîtî û bihevrebûna me û aramiya me xira bike. Em dê destûrê nedin ku tu kes nîzama kamûyê xira bike û welatiyên me aciz bike. Ji vê yekê bibawer bin ku em wisa hêzdar in ku dikarin ji bo kesên ku dibêjin 'dewlet li kû ye' nîşan bidin ku dewlet li her derê Tirkiyeyê di cî de li ser xwe ye."
-"Em dê pêvajoya çareseriyê bi heman bibiryariyê berdewam bikin"
Davutoglu got ku "Hem pêvajoya çareseriyê hem jî pêngavên me yên pêşketinê yên li herêmê dê bi heman bibiryariyê berdewam bikin, bila tu kes ji vê yekê nekeve nav gumanan." û axaftian xwe wiha berdewam kir:
"Min hema piştî van bûyeran telîmat dan; em dê şûna her tiştê ku wan xira kirin de tiştên xweşiktir çêkin. Em dê nebin kesên ku xira dikin, em dê bibin kesên ku çêdikin û ava dikin. Me di vê dmea kurt de arîkariya bi qasî 42 mîlyon lîreyê ji welatiyên xwe û cihên hewcedar re şand. Ji aliyê din ve ew vandalên ku zirarên meizn dan vê welatê bila bizanibin ku em dê tezmînata her avahî, her saziyê ku wan şewitandin ji wan bistînin. Bostek axa vê welatê, canek wê bêxwedî nîne, ew kesên ku van sûcên sik kirin dê teqez hesabê bidin edaletê."
-"Em hêviya xwe jî, bibiryariya xwe jî diparêzin"
Davutoglu got ku "Em wek hikûmet hêviya xwe jî, bibiryariya xwe jî diparêzin em dê heta dawiyê jî biparêzin." û axaftina xwe wih berdewam kir:
"Ya ku hewceyiya me pê heye ew e ku hemû alî di bingeha vê eqlê hevpar û wijdana hevpar de bi heman hesasiyetê bên bal hev. Her kesê ku parçeyek vê pêvajoyê ye û her alî mecbûr e ku bi heman hesasiyet û bibiryariyê tevbigere. Her kes divê mesfayek berbiçva bide navbera xwe û her vure çanda zordariyê, vê zihniyeta terorîst û vê vandalîzmê."