ŞANLIURFA
Balafirên şer ên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de li Kobanêyê bombe avêtin kozikên DÎŞIyê.
Pevçûnên di navbera DÎŞI û hêzên kurdan de li nav Kobanêyê û rojhilatê Kobanêyê dewam dikin. DÎŞIyê bi çekên giran êrîşî deriyê sînor ê di destê kurdan de kir. Li herêmê şerê kuçeyan jî dewam dike.
Balafirên şer ên koalîsyonê li nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bombe avêtin kozikên DÎŞIyê.
Ji herêmê dû radibe û li ser sînorê Sirûcê jî dûyê ku radibe tê dîtin.