19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
STRASBOURG
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê axivî û wiha got: "Di serdemeke wiha da ku bandora kurewîbûnê li ser hemû qadên jîhana me heye, em mecbûr in edalet û merhemetê jî bikin hestên kurewî. Bereksê vê em ê nikaribin li tu heremeke dinyayê behsa edelet, behsa azadiyê û behsa ewlehiyê bikin."
Davutoglu der barê polîtîkaya ji bo sûriyeyiyan de got ku derê Tirkiyeyê ji hemû mezlûman re vekiriye û wiha axivî: "Deriyê me ji mezlûm, mesûman ra vekiriye, welatê me vekiriye, lê ya herî girîng dilê me ji bo wan e û wê ji bo wan be jî. Em ê di heyama pêş xwe da jî vê helwesta mirovî bidomînin."
- "Dostên me têra xwe berpirsyarî hilnedan li ser milên xwe"
Davutoglu welatên Ewropayê rexne kir ku wan ji bo penaberan têra xwe alîkarî nedane Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Dostên me mixabin têra xwe berpirsyarî hilnedan li ser milên xwe û welatên herêmî tenê hîştin. Ez dixwazim vê bi taybetî destnîşan bikim ku ji bo tiştên ku me birayên xwe yên sûrî re kirine û tiştên ku em ê bikin pesnê me bê dayîn min behsa vê mijarê nekir. An jî ji bo ku pesnê me bidin ez nehatim vir. Bi tenê ji bo ku girîngiya meselê, rewşa wê û berpirsyariya ku divê bê hildan bal bê kişandin em vê bi raya giştî re parve dikin."
- "Teror û îslam bi hev re divê neyê zikirkirin"
Serokwezîr Davutoglu got ku navê îslamê û terorê bi hev re bikaranîn xelet e û wiha axivî: "Terorê bi dînekî an jî bi nijadekî ve eleqedarkir in bi temamî xelet e û ev xizmeta terorîstan dike. Em bi taybetî jî terorê û bi îslamê re li cem hev zikirkirinê şermezar dikin."
"Pêwîst e îxtilafa navxweyî ya Sûriyeyê biqede"
Davutoglu got ku ji bo rewş li Sûriyeyê aram bibe divê îxtilaf ji holê rabe û wiha axivî: "Ji bo têkoşîneke serkeftî, pêwîst e îxtilafa navxweyî ya Sûriyeyê biqede. Ji bo qedandina îxtilafê, pêvajoyeke derbasbûna siyasî lazim e. Ew pêvajoya derbasbûnê divê bibe sedema hilbijartinên azad û bi edalet û herwiha di wê pêvajoyê da makezagoneke ku hemî welatiyên Sûriyeyê bi azadî di jêr banê wê da xwe îfade bikin, bê çêkirin. Eşkere ye jî heta rejimê Esed li Şamê ber dewam be, wê ev tişt mimkun nebe."
Serokwezîr Davutoglu got ku PYD, PKK û DAEŞ ji hev cudatir nînin û wiha dewam kir: "Dema ku berpirsiyarên vê êrîşî eşkere bin, belgeyên wan li hemû dinyayê hatibin belavkirin, hewla ji bo meşrukirina PYD an jî PKKyê ji hewla meşrûkirina DAEŞê cuda nîne. Dema ku PKK an jî YPG li orta Ewropayê ji bo PYDyê kampanyayê peretopkirinê li dar dixin, civînan dikin û ew bi çekan tên xurtkirin, meneya peyamên piştgiriya ji bo têkoşîna dijî teorê namîne. Çalakiyên DAEŞê yên li Ewropayê me çiqasî dikin nav fikaran çalakiyên PKKyê yên Ewropayê jî dibê me û we ew qasî têxin nav fikaran. Li dijî helwest û hewldanên ku kesên li Kizilayê, li navenda Enqereyê bi wesaîta bombarkirî êrîş kirin û terora DAEŞê ji hev cihê dikin, dixwazim li ser navê mirovahiyê ji vir bang bikim, teror teror e û heta em mil nedin hev teror têk naçe."
- "Bi tu awayî meşrû nîşandana terorê nayê qebûl kirin"
Serokwezîr Davutoglu got ku meşrû nîşandana terorê nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Di têkoşîna bi terorê ra ciyê îstisna, derecekirin û wesfandinê tuneye. Rêxistineke terorê gava ku dijî rêxistineke terorê ya din şer bike ev yek wê rêxistinê meşrû nake. Bi tu awayî meşrû nîşandana terorê nayê qebûl kirin. Zêhniyeteke wiha dijî mafên mirovan, demokrasî û hiqûqa ku Ewropa û YEyê li ser hat avakirin jî."
- "Em naxwazin ku behra Egeyê dîsa bibe cihê cesedên zaroka"
Serokwezîr Davutoglu der barê lihevkirina Tirkiye û YEyê de jî wiha axivî: "Di peymanê da xaleke ku dikule tuneye. Hebe jî muxatabên xwe diyar in. Bereksê wê em dikarin wekî Tirkiye qala astengiyan bikin, bi taybetî kî di warê xerckirina 3 milyar ewro ê seba sûriyeyiyan da, jixwe bi tenê seba sûriyeyiyan hatiye terxankirin. Lêbelê em vê jî naynin rojevê. Ji ber ku li vir a muhîm, mijara însanî ye. Em naxwazin ku behra Egeyê dîsa cesedên zarokan bavêje qeraxên Tirkiyeyê û giravên Egeyê."