Serokwezîr Ahmet Davutoglu bal kişand ser bûyerên dawîn ên li Cizîrê çêbûn û got: "Hin hêz hê jî li pey provokasyonan in."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di weşana televîzyonê ya bi navê "Di Rêya Tirkiyeya Nû De" de axivî û xebatên sala 2014an û xebatên di meha kanûnê de kirin nirxand.
Davutoglu got ku kanûn meheke taybet û girîng e, lewra meha dawîn ya salê ye û wiha axivî: "Di heman demê de dawiya salê ye. Berî hemû tiştî şeva we bi xêr be û ez sala nû li we pîroz dikim."
Davutoglu bal kişand ku di meha kanûnê de 15 wilayet ziyaret kir û got her wiha ji aliyekî ve me bernameya xebata xwe ya giran bi cih anî û ji aliyê din ve me bajarên din ziyaret kirin û me mêvanên me yên ku ji derveyî welat hatin pêşwazî kirin. Davutoglu got ku ji aliyekî ve jî karûbarên hikûmet û dewletê şopandin.
Davutoglu qal kir ku bajarên wek Wan, Eskîşehir, Nevşehir, Bursa, Edene, Elezîz, Adiyaman, Konya, Rîze, Trabzon, Bolu, Edirne, Hatay û Enteb ziyaret kirin û wiha dewam kir: "Helbet di vê navberê de em her hefte çûn Stenbolê jî ku em vê jî hesab bikin di heftê de du rojan carekê em derketine derveyî Enqereyê."
Davutoglu got ku Komara Tirkiyeyê îsal li dinyayê hêza xwe nîşan da û wiha pê de çû:
"Berî her tiştî Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn di serê meha kanûnê de wek mêvanê Serokomarê me beşdarî Civîna Hevkariyê ya Kar a Payebilind bû. Him serokomarê me him jî min pê re hevdîtinên berfireh kirin. Em di hevdîtinan de li ser mijarên wekî peywendiyên dualî, tevkariya ji bo vejenê û projeyên berfireh rawestiyan. Di heman hefteyê de Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron jî li Enqereyê bû mêvanê min. Piştre Serokwezîrê Îtalyayê Renzî hat welatê me. Her wiha dîsa di vê mehê de ez çûm serdana yek ji welatên Yekîtiya Ewropayê Polonyayê. Ev seredana min watedar bû. Lewra em di 600emîn salvegera peywendiyên dîplomatîk de li welêt bûn û me hevdîtin kir."
-"Em di mijara Yekîtiya Ewropayê de biryardar in"
Davutoglu wiha dewam kir: "Hemû pêşveçûn û geşedan nîşan didin ku Tirkiye perçeyekî Ewropayê ye. Dîroka Ewropayê dîroka me ye û heta arşîvên me neyên xwendin dê dîroka Ewropayê nikaribin binivîsin."
Davutoglu got: "Em dixwazin ji vir bersiva wan kesên ku dixwazin me li derveyî Ewropayê bigirin, bi hin hincetan me wekî dijminê biyaniyan nîşan didin û dixwazin me li derveyî parzemîna Ewropayê bibînin bidim: Tirkiye perçeyekî dîroka Ewropayê, avadaniya civakî ya Ewropayê, aboriya Ewropayê û yekîtiya gumrikê ya Ewropayê ye. Em di mijara Yekîtiya Ewropayê de biryardar in û dê biryardariya me bidome."
Davutoglu got ku di meha kanûnê de Serokwezîrê Çadê Deûbet, Mîrê Qatarê Al Tanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî hatin Tirkiyeyê û wiha domand: "Dostê min ê qedirgiran Birêz Serokwezîrê Iraqê Îbadî digel lijneyeke qelebalix û gelek wezîran hat û me gel hev Civîna Tevkariyê ya Payebilind li dar xist. Dîsa di çarçoveya siyatetên krîtîk de, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî hat welatê me. Ev hemû geşedan asta têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de nîşan didin."
-Pêvajoya Çareseriyê
Davutoglu got ku ew pêvajoya çareseriyê wekî temînata yekîtî û tevkariya gel dibînin û dinirxînin û bal kişand ku di mijara pêvajoyê de tawîz nedane û dê nedin jî.
Davutoglu bal kişand ser bûyerên dawîn ên li Cizîrê çêbûn û got ku hin hêz hê jî li pey provokasyonan in û wiha dewam kir:
"Hê jî çalakiyên ku hizûra gel xirab dikin li dar dixin û tevgerên dereqanûnî didomînin. Ji destpêkê heta niha em her tim li ser 3 tiştan bi bîra gel dixin û dixwazim van li vir jî parve bikim; yekem, pêvajoya çareseriyê alternatîfeke ji bo pergala kamuyê nîne. Wekî bûyerên li Cizîrê li ku dera welat dibe bila bibe, dema ku bûyereke ku hizûra gel xirab bike pêk bê em ê çi hewce bike bi cih bînin. Besteka me ya der barê parastina ewlehiya navxweyî û parastina azadiyan pêşkêşî meclisê hatiye kirin. Di vê mijarê de çi hewce bike em ê bi cih bînin û tewdîran hildin. Ya duyem, pêvajoya çareseriyê meseleya çar aliyê welat, meseleya hemû kesên ku bav û kalên wan li Çanakkaleyê şer kirine ye. Ji bo vê em ê asta hişmendiya civakî bilind bikin. Ya sêyem, kî çi bike bila bike em ê destûrê nedin ku Tirkiye bikeve çepera agir ya dora xwe. Ji bo ewlehiya welatê me çi hewce bike, çi pêwîst be em ê bikin."
Davutoglu di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Qet nekevin nav gumanan. Sala 2014yan ji bo demokrasiya me saleke çiqas hêja be dê sala 2015an jî ewqasî hêja be."