Ekip
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Li pişta vê rêxistinê felan dewlet heye, li pişta rêxistina din dewleteke din heye, em guh nadin van tiştan û me eleqedar nakin. Tu dewletek leşker û personelên xwe bi terorîstan ra yek nagre. Ji bo hemû kesên li aliyê terorîstan terorîst in. Kal û bavên me gotine "Di zirneyê da peşrew tune, ji şansê te ra çi derkeve". Ji kesên ku hetanî nika ji me ra gotin mitefîqî, hevkariya stratejîk, têkiliya îtifaqê û wan wetrê em meşqûl kirin ra soza dawîn ev e. Em ê li Sûriye û Iraqê hemû kampên terorîstan yên ku tesbît bikin serobino bikin."
"Di 2 rojan da me 9 kes dan der lêbelê 55 teroîst berteref kir. Xeberên ku îro min hildan cuda ne. Nika ÎHA, SÎHA û F-16ên me li herêmê operasyonê didomînin, hejmarê hê jî zêde be. Lewra me gotibû 'em ê xuna şehîdê xwe li erdê nehêlin' û derbeyeke ku hetanî nika qet nexwaribûn li terorê xist, ew ê derbeyên ji vê mezintir jî bixwin. Em neynika leşker, polês, cendirme, gundparêz û welatiyekê xwe bi hemûyê terorîstan naguherînin."
"Îro hem Sererkanê min, hem Wezîrê min yê Karên Navxweyî, fermandarên min yên sereke hemû li Hekariyê li wê herêmê ne. Ji ber van bûyeran li herêmê digerin. Hekariyê, Şirnexê, Tunceliyê digerin. Ka li kî derê çi çêbibe em di heman demê em diçin ser û em ê biçin."
"Em biryardar in ku hemû lîçên terorê yên li dervayê sînorên xwe ziha bikin. Operasyonên me yên ku li xeta Cerablûs-Babê bi serkeftî hatin temamkirin, li Îdlibê dewam dikin, em dikarin bi carekê bikevin herêmên din jî. Heke li wan deran tiştên hin kesan ên veşartî hebin jî bira tevdîrên xwe ji nika va bistînin. Paşê xeyidîn, lomekirin tune."