ANKARA
Parêzerên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Alî Ozkaya û Burhanettîn Sevencan, hesabgêrê serbest û muşawirê darayî Ramazan Kocaboy çûn YSKyê û kaxizê ku mal û milkên Erdogan nîşan dide teslîmî YSKyê kirin.
Alî Ozkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Li gor zagonê û Qanûna Hilbijartinê ya Serokomariyê ya bi hejmara 6271an me kaxizê ku mal û milkên Birêz Serokwezîr nîşan dide teslîmî YSKyê kir. Bila ji bo welatê me û gelê me li ser xêrê be."