BERLÎN
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Almanyayê ye. Serokwezîr di Civata Polîtîkayên Derve yên Almanyayê de destnîşan kir, ji ber ku li Almanyayê ye pir kêfxweş e.
"Sala 2014an ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û YEyê de dê bibe saleke dîrokî"
Serokwezîr li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de sekinî û got: "Bi rastî di van salên dawîn de rûdanên ku li çar aliyê Tirkiyeyê diqewimin girîngiya têkiliyên di navbera Tirkiye û YEyê de jî nîşan didin. Hişyarbûna ereban, pirsgirêkên li Misir û Sûriyeyê û qeyrana aboriyê jî di nav de gelek bûyeran nîşan dan ku bi piranî Tirkiye ne mihtacî YEyê ye niha YE mihtacî Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê ji meseleyên herî mezin pirsgirêka terorê bû. Teror ne ji bo şer û pevçûnê ji bo gelek tiştên din jî ji welêt re zirar e. Di nav 11 salan de ji bo çareserkirina vê meseleyê me gelek hewl da û xebat kir û înşeallah dê bê çareserkirin jî. Ev saleke ku li Tirkiyeyê ji ber terorê tu kes nemiriye û nehatiye kuştin. Lê ji bo mezinbûn û pêşveçûna demokratîkbûnê niha astengeke din heye. Hin birêxistinên ku di nav dewletê de dewleteke paralel ava dikin û dixwazin dewletê bi dest bixin hene. Wan xwest ku Tirkiyeyê paş ve bibin û hemû tişt li gor dilên wan be. Lê em bi biryar li ser meseleyê sekinîn û me rû neda wan."