ÎSTANBÛL
Mûdirê berê yê ewlehiyê Sedat Zavar û polêsê berê Îlker Usta yên ji ber ku di serdema serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de cîhaza guhdarîkirinê danîn ofîsa wî ya xebatê û dû re li Romanyayê hatin girtin û anîn Tirkiyeyê. Der heqê herdu polêsên berê de 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara girtinê da û piştî ku bi rêbaza Sîstema Înformatîk a Deng û Dîmenê (SEGBÎS) ve biryar li rûyê wan hat xwendin û şûnde herdu polês hatin girtin.
- Cîhaza guhdarîkirinê danîn ofîsa Erdogan
Ji ber ku di serdema serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de cîhaza guhdarîkirinê danîn ofîsa wî ya xebatê ji bo Usta û Zavar di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" de biryara girtinê hat derxistin. Piştî vê biryarê Zavar û Usta derketin derveyê welat, lê bi piştgiriya operasyona Mûdiriyeta Giştî ya Ewlekariyê ve jî herdu polês li Romanyayê hatibûn desteserkirin. Dadgehên herêmî yên Romanyayê daxwaza penaberiyê ya herdu polêsan pesend nekiribû. Dadgeha Romanyayê hikûm da ku şikber di 20ê adarê de teslîmê Tirkiyeyê werin kirin.
Zavar û Usta duh bişev bi firokeya Rêhewaya Tirkan ve ji Bukreşê anîn Stenbolê û li dû kontrola bijîşkan biribûn Dadxaneya Bakirkoyê.