21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Berdevkê Çapemeniya Kremlînê Dmîtriy Peskov daxuyand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed duh êvarê hate Moskowayê û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtinek kir.
Peskov ji çapemeniya Rûsyayê re daxuyand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Esed duh êvarê hate Moskowayê, bi Serokê Dewletê Putîn û rayedarên payebilind re hevdîtinek kir.
Peskov got ku hevdîtinê dirêj dewam kir û serok li ser êrîşên Rûsyayê yên li Sûriyeyê, operasyonên hezên Esed û hevkariya tekoşîna li hember terorê axivîn.
Peskov pirsa "Di hevdîtinê de pêşeroja Esed hat axaftin an na?" nebersivand.
Der barê "Esed hê li Moskowayê ye an vegeriya" de jî Peskov agahî neda.