05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja eydê li Mizgefta Mîmar Sînanê kir û piştî nimêjê pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan der barê êrîşa terorê ya Balafirgeha Ataturkê de got ku 30 kes hatine girtin û wiha axivî: "Piştî girtina van 30 kesan dibe ku paşê hin delîl jî bên dîtin û li ser vê bûyerê zêdetir lêkolîn bê kirin. Wek ku hûn jî dibînin ji Daxistanê, ji Qirgizistanê, ji Tacikistanê kes hene. Yanê mixabin kesên ji welatê cînar ên Qefkasyayê di nav vî karî de ne. Bûyer li ser milê DAEŞê, bi metodên wê ve meşiyaye. Di encama vê êrîşa terorê de mixabin 45 dost û bira mirine. Birîndar her diçe baştir dibin û yên ku tedawiya wan diqede tên taburcîkirin."
Serokomar Erdogan got ku bi tekoşîna li hember terorê ve dest bi eydê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Lê ez wisa bawer dikim ku encama vê wê bi xêr be. Em têkoşîna xwe bi leşker, polês û gundparêzên xwe ve bibiryar didomînin. Çawa ku di meha remezanê de dewam kir, piştî remezanê jî wê bi zêdetir dewam bike. Ez divê eşkere bibêjim ku heta ku yekîtî û biratiya vî gelî dewam bike, em ê teqez terorê têk bibin."
- Axaftina bi Putîn re
Erdogan der barê axaftina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn re jî wiha got: "Li gor hevdîtina Wezîrê Karên Derve û Birêz Lavrov ya li Soçiyê di dawiya vê mehê an jî di meha tebaxê de yanê beriya G-20an dibe ku hevdîtinek çêbibe. Lê hê ne diyar e."
"Ji zilmê ra riza zilm e"
Serokomar Erdogan diyar kir ku li holê sûcek tuneye û wiha dewam kir: "Niha li holê sûcek tuneye, ez çi dizanim weke ku meriv bibêje yek kuştine, lê ew biryarên li hemberî Mûrsî û hevalên wî hatine dayîn hemû li ser maseyan hatine dayîn, biryarên suflorî ne. Em van biryaran pesend nakin. Lewra ji zilmê ra riza jî zilm e. Hemû mirovên ku li Misrê ne xwişk û birayên me ne û ew tevgera li hemberî van xwişk û birayên me tê nîşandan hûn jî teqdîr dikin wê me wek misilmanek, însanek, însanên ku baweriya wan bi demokrasiyê heye wê gelekî di nav tengasiyê da bihêle û ez wisa difikirim."
- Mijara penaberên ji Sûriyeyê
Serokomar Erdogan der barê rewşa penaberên ji Sûriyeyê da jî wiha got: "Di nav van însanan da kesên wisa hene ku xêra wan gelek e û em jî xwediyê wê derfetê ne ku wan li vî welatê xwe bidin şixûlandin. Lewra him emê ji van însanên ku gelek nirxên me yên hevpar hene îstifade bikin û him jî wan ji nav wan şert û mercên zor û zehmetê tê de dijîn xilas bikin."