04 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
ANKARA
Wezareta Dadê fezlekeya ji bo "rakirina destnedayîna" Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDPyê Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu seba bişînin Meclisê pêşkêşî Serokwezîriyê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, ji ber xeberdanên wan ên di Lijneya Giştî ya Derasayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) da ku der barê îlankirina "xweseriyê" da bûn, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê fezleke hatibû amadekirin û şandibû Wezareta Dadê.
Hat diyarkirin ku Wezareta Dadê fezlekeya ji bo "rakirina destnedayîna" Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDPyê Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu seba bişînin Meclisê pêşkêşî Serokwezîriyê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber xeberdanên wan ên di Lijneya Giştî ya Derasayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) da ku di 26ê kanûna 2015an da li Salona Sporê ya Kayapinarê hatibû kirin û du rojan dewam kiribû da ji ber ku der barê îlankirina "xweseriyê" da xeber dabûn, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Demirtaş, Yuksekdag, Irmak, Onder û Kurkçu da lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê ji ber sûcên "di nav gel da derxistina dijminatî û neyariyê" û "endamtiya rêxistina çekdar a terorê" tê xwestin ku destnedayîna wan were rakirin.