Li gor agahiyan, banê qada topê ya ku dikeve aliyê Xaçerêya Rêbejan ji ber berfê hilweşiya.
Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat. Xwediyê sahayê Osman Ozbayram piştî bûyerê hat qadê û got: "Berfa ku beriya niha barî bû li ser ban kom bûbû. Me ji ber sermayê berf ji ser neavêt. Ji ber vê yekê jî banê sahayê hilweşiya.
Ozbayram got 500 hezar lîre ziyana me çêbû, lê teseliya me ya mezin ew e ku tiştek bi kesî nehat.