31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê grûbeke ku dixwest meşeke bêdestûr li dar bixe û Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag jî di nav wan da bû, bi teqemeniyeke destî û bombeya dengî êrîşî polêsan kir, di êrîşê da 4 polês birîndar bûn. Piştî êrîşa polêsan midaxeleyî grûbê kir.
Li Diyarbekirê grûbeke ku di nav wan da 200 kesên ku navê "Em bi ber aştiyê va dimeşin" li xwe kiribûn, Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) û hejmarek dezgehên civaka sivîl û endamên sendikayan hebû, li pêşiya Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê kom bûn û civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di dema civîna çapemeniyê da ji nav girseyê bombeyeke dengî, bi aliyê Wesayita Midaxeleya Civakî (TOMA) ve hat avêtin.
Piştre girseya ku Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrata Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, Cîgira Serokê Grûba HDPyê Çaglar Demîrel, Parlementerên Diyarbekirê Feleknas Uca, Sibel Yigitalp di nav da bûn, bi aliyê Sûrê ve dest bi meşê kirin.