31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi sedema hatina sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir û di peyama xwe da hêviya xwe ji bo sala 2016an anî ziman.
Serokê HKIyê di peyama xwe ya ku li ser malpera fermî ya Seroktiya Herêma Kurdistanê da belav kir got, "Bi hatina sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im sala 2016 bibe sala nemana şer û terorê, her wiha pêkanîna aştî û xweşiyê li welat û hemî cîhanê."
Mesûd Barzanî di peyama xwe da behsa serkeftinên pêşmergeyî kir û got, "Di sala 2015 da Pêşmerge ji bo parastina gelê Kurdistanê, bi hemû pêkhatên neteweyî û olî ve, berdêleke zêde da û ji bo parastina nirxên mirovayetî û jiyana sivîlan li hember tehdîda herî mezina ya DAEŞa rêxistina terorê qehremaniyeke mezin nîşan da."
Barzanî destnîşan kir ku bi sedema birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta navendî ve û daketina bihayê neftê û zêdebûna xercên şerê têkoşîna dijî terorê jiyan li herêmê dijwar bûye û got, "Digel van zehmetiyan herêmê mêvandariya milyonek û 800 hezar koçber û penaberî kir. Lê belê Kurdistan bihêz e, dikare bi şiklê herî baş sûdê ji çavkaniyên xwe yên siruştî werbigire. Ji ber vî tiştî ez piştrast im ku siberojeke geş li pêşiya gelê me ye. Lê tevî vî tiştî, ji bo serkeftina dijî terorê, pêwîstiya me bi alîkariya welatên dost û hevpeymanan heye, ji bo vê yekê jî daxwazê ji hemî dewletan dikim alîkariya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bikin."
Serokê HKIyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên herêmê hêvî û daxwazên xwe anî ziman û got, "Di rêya çareserkirina pirsgirêkên sîyasî yên herêmê da, bi destpêkirina sala nû, digel hikûmetê û partiyên di nav parlementoyê da, di berjewendiya gelê Kurdistanê da ezê hemî hewlên xwe seferber bikim. Der barê mijara Seroktiya Herêmê jî careke din daxwaz ji hemî partiyên nav parlementoya HKIyê dikim ku di nav xwe da bicivin û dawiyê li vê mijarê bînin, yan jî biryarê li ser hilbijartina serokekî bidin. Di vê mijarê de jî çi bikeve ser sitûyê min ezê bikim."
Barzanî herwiha daxwaz kir ku pirsa seroktiyê neyê îstîxlalkirin û nebe sedema rikî û dijayetiya siyasî û got, "Di rewşeke wisa da ku herêm di jêr tehdîd û metirsiyeke mezin da ye, ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku di berjewendiya Kurdistanê da tev bigerin."
Barzanî daxwaz ji hikûmeta HKIyê jî kir ku plan û projeyên serkeftî dabihêne û got, "Pêwîst e Hikûmet ji bo derbaskirina hemî dijwariyan, planên serkeftiyane dayne û çaksaziyeke bingehîn pêk bide."
Di dawiya peyamê da Barzanî got, "Hêvîdar im sala 2016an, bibe sala dawîlêhatina pirsgirêk û qeyranan û bibe sala serkeftina gelê me. Hêvdar im sala nû aştî û aramiyê ji gelê me ra bîne û hêvî dikim dawî li fikra şerangêziya teror û tundiyê û înkarkirinê bê û bextewarî ji bo hemû mirovayetiyê pêk bê."