Koordînatorê Giştî yê Konfederasyona Gundparêz û Malbatên Cangoriyan Ata Altin der heqê bangewaziya çekdanîna PKKê de axivî û wiha got: "Daxuyaniya ku hikûmet û HDPê da, ji bo me pir girîng e û ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, çi ji destê me were em ê zêdetir bikin."
Altin daxuyaniya nivîskî da û got ku gundparêz ji bo vê daxuyaniyê kêfxweş bûn.
Altin destnîşan kir ku şûna çek û şidetê gotinên siyaseta demokratîk ji ber ku wê di çareseriyê de rol bigrin û ew jî dibin şahidê vê yekê û ev yek jî ji bo paşeroja Tirkiyeyê hêviyan dide meriv. Altin wiha axivî: "Em gundparêz kurd in û em li neteweyê nanhêrin, ji bo me ya ji neteweyê girîngtir ewe ku çareserkirina pirsgirêkan ji bo hemû welatê me çi dide qezenckirin e. Em li vê yekê dinihêrin. Ev qonaxa ku em gihîştinê ji bo yekîtî û bihevrebûna welatê me girîng e, em jê bawer dikin. Ji bo ku ev qonax were parastin pêdivî bi fedakariyên mezintir heye. Em vê yekê bibêjin."
Altin got ku ew li gor polîtîkayên tu partiyê gav navêjin, kîjan partî û sazî ji bo paşeroja welêt gavan biavêje, ew ê piştgiriyê bidin wan partî û saziyan. Altin wiha pê de çû:
"Daxuyaniya ku hikûmet û HDPê da, ji bo me pir girîng e û ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, çi ji destê me were em ê zêdetir bikin. Ev bi salan e em bûn şahid ku siyaset û dîplomasî li ser xwîn û hêsiran dimeşiya û bi vê yekê tu tişt nehat bidestxistin. Êdî ji bilî çek û şidetê divê pirsgirêk werim çareserkirin. Ev ji bo paşeroja welêt mifadartir e. Em di vê çarçoveyê de piştgiriyê didin vê daxuyaniyê. Em hêvî dikin ku ev wiha were nirxandin."