Xelkê navçê û gûndên cînar jî piştgirî dan vê çalakiyê û konvoy bi çepikan pêşwazî kirin. Qerebalix li pişta gundê Uzumluyê kom bû û li vir bi dahol û zirneyê govend girt.
Serokê Odeya Pêşesazî û Bazirganiyê ya Hakkariyê Servet Taş anî ziman ku divê deriyên sînor bên vekirin. Lewra her sal ji ber qaçaxçitiyê gelek welatiyên me li wan sînoran tên kuştin. Ji bo ku pêşî li vê bê girtin, divê deriyên sînor bên vekirin.
Taş bi bîr xist ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal di hevditîna Diyarbekirê de mizgînî dan ku deriyên sînor dê bên vekirin û got: "Ji bo vê jî, em dibêjin êdî wext nema. İnsan tên kuştin. Jixwe dê bên vekirin û bila zûtir bên vekirin."