Türkan Tosun
12 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
TBMM
Di 11ê sibatê de 3yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDPyê wê çêbibe, beriya kongreyê xebatên diyarkirina hevserokatiyê dewam dikin. Tê texmînkirin ku hevserokan jê yek wê jin be, ê din mêr, yek jê wê kurd be û yê din wê tirk be.
Daxuyaniyên Parlamenterê HDPyê yê berê Hasîp Kaplan di nav partiyê de bû sedema nîqaşan, aliyekî nîqaş û aliyê din jî xebatên kongreyê dewam dikin.
Rêvebiriya partiyê ji ber nîqaşên li ser nijadan tên kirin aciz e û pêşniyazên çareseriyê tên axaftin.
Li gor agahiyan, pêşniyazan yek jî ew e ku hevserokan yek jin be, yê din jî mêr, jê yek bila kurd be û yê din jî bila tirk be.
Dema avabûna partiyê de jî ev nîqaş hatibûn kirin û ji ber van nîqaşan hevserokan yek Sebahat Tuncel û yê din jî Ertugrul Kurkçu hatibûn hilbijartin.
Koma Jinan a TBMMyê ya HDPyê û jinên di nav komên partiyê de ne wê di rojên pêş me bên bal hevdu û namzeda jinan diyar bikin.
Pêşniyaza bila hevserok wek Selahattîn Demirtaş derkeve pêş, ji dervayî Meclisê be jî erênî nayê nirxandin. Di nîqaşan de dibêjin hevserok bila parlamenter be, beşdarî axaftinên Lijneya Giştî be ku bikaribe partiyê baş bi rêva bibe. Ji bo hevseroka jin di nîqaşan de tê gotin ku ew dikare yeka ji derva be.
Hin parlamenter jî dibêjin wek mînaka Demirtaş û Yuksekdag heke hevserokek zêde derkeve pêş, di nav partiyê de hizbeyatî çêdibe û ji bo ku ev çênebe namzedên wê bêne hilbijartin divê baş bên hilbijartin ku ew bikaribin mîzanê biparêzin.
- Navê Bîlgen derdikeve pêş
Piştî girtina Demirtaş Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen ji nişkêva bû kesekî ku vîtrîna partiyê û axaftinên wî jî di nav partiyê de hatin pejirandin. Di van nîqaşên dawîn de navê wî zêdetir derkete pêş.
Hat ragihandin ku ji Cîgirseroka Koma HDPyê Fîlîz Kerestecîoglu ra pêşniyaza hevserokatiyê birine lê Kerestecîoglu ev pêşniyaz qebûl nekiriye.