Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP) wê di hilbijartina 7ê hezîrana 2015an de tifaqê bikin û bibin yek.
Bi îmzeya Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê û Serokê Giştî yê EMEPê Selma Gurkanê ve daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye ji bo hilbijartineke herî krîtîk û dîrokî amade dibe, sedema kirîtîkbûna hilbijartinê şert û mercê civakî siyasî ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hilbijartina ku wê li gor Zagona Partiyên siyasî Zagona Hilbijartinê û ji sedî 10 baraja hilbijartinê çêbibe, bi pirsgirêk e. Hikûmeta AK Partiyê di Zagona Hilbijartinê û Zagona Partiyên Siyasî de guhertin çênekir, nêzîkî hilbijartinê Pakêta Ewlehiya Navxweyî anî rojevê û welat ber bi kaosê ve bir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP) em ê di hilbijartinê de tifaqê bikin û bibin yek. Em bangî Hereketa Hezîranê ya Yekgirtî (BHH) û hemû partiyên ku ji wê pêk tê, hemû hêzên ku alîgirê ked û demokrasiyê ne dikin. Ji bo ku em Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin, barajên ku li ber gelên me ava dikin, têk bin, werin bin çatiya HDPê de bicivin û bibin şirîk."