Sevim Hatun
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
ÎZMIR
Helîkoptera ku bo tankêra xwe li Bendava Tahtaliyê tijî bike û mudaxaleyî agirê daristana li Gumuldura Îzmîrê bike çû ser bendavê, ket avê, xebatkarek birîndar bû. Ji 5 xebatkarên helîkopterê de yek ket avê, wezîfedarên bendavê ew xilas kir.
Agirê daristana nêzî Taxa Şaşalê duh piştî nîvroyê dest pê kir û ji ber bayê gurr bû belav bû hê venemiriye. Helîkoptera ku bo alîkariyê bide xebatên agirkujiyê danê sibê derdora saet 06.20î hat ser bendavê ku tankêra xwe tijî bike, ket avê.
Xebatkarên bendavê 5 wezîfedarênn helîkoptera agirkujiyê xilas kir. Ji 5 wezîfedaran yek bi sivikî birîndar bû. Xebatkar bi helîkopterê sewqî Îzmîrê hatin kirin.