17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Duh li navçeya Baglarê endamên PKKya rêxistina terorê bi molotofan êrîşî Dibistana Navîn a Nurî Zekiye Has kir û dibistan texrîb bû.
PKKya rêxistina terorê êrîşên xwe anîn bajaran û êrîşên li ser dibistanan dewam dike.
Endamên rêxistina terorê duh bi şev jî li taxa Yunus Emre molotof avêtin Dibistana Navîn a Nurî Zekiye Has.
Piştî ku dinya ronî bû, xesara dibistanê derket holê.
Hezar û 24 xwendekar li vê dibistana navîn dixwînin. Laboratuvara fenê bi temamî texrîb bû. Li çaviyên îdarî û qantînê jî xesar çêbû.
Rayedaran got ku zirar negihiştiye polan. Hat gotin ku piştî paqijiyê dibistanê sibê vebe.