Nunerên hin saziyên civakî yên sîvîl ên li Diyarbekirê ziyareta Serokwezîr Ahmet Davutoglu nirxandin.
Saziyan daxuyand ku gotina Serokwezîr Davutoglu a "Em hatin li vir ku tirkiya xwe ya xweşik bi kurdiya xweşik re bikin bira" gotineke xweş e û wê ji bo pêvajoya çareseriyê bibe gaveke nû."
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Diyanet-Senê Omer Evsen ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hemû zimanên welêt tirkî, kurmancî, zazakî, erebî, lazkî xweş in û dewlemendiya welat in.
Evsen destnîşan kir ku gotinên Davutoglu herkesî hembêz dike û zimanê aştiyê pêş ve dibe.
- "Kurd piştgiriyê didin van gavên erênî"
Evsen bal kişand ku yên ku 80 salin desthilat in ev pirsgirêk çareser nekirine û wiha dewam kir: "Kurd piştgiriyê didin van gavên erênî û em hêvî dikin ku gel wê xurttir piştgiriyê bidin. Deriyê biratiyê ya ku 500 sal berê Îdrîsê Bidlîsî vekiribû bi vê gotina Serokwezîr re bû sedema vekirina deriyekî nû. Çavên ku naxwazin vê bibînin nikarin bi xwe jî bibînin."
Serokê Şaxa Komeleya Alîkariya Mirovahiyê, Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) Yilmaz Cebe jî got ku gotina Davutoglu şansek e û ev gotin ji bo yekîtî, biratî û bihevrejiyînê gelek girîng e.
Cebe wiha axivî: "Em naxwazin mudaxilê gotinên serokên siyasî bibin. Lê em ê tirkiya birayên xwe yên Turkîstanê û kurdiya birayên xwe yên li Tirkiyeyê xwedî derkevin û em ê piştgiriyê bidin wan."
- "Gel li cem mîmarên pêvajoya çareseriyê disekinin"
Seroka Komeleya Potansiyela Jinan Nirxandin û Kuştinên Toreyan Jiholêrakirinê (TORKAD) Zeynep Alkiş jî got ku Serokwezîr Davutoglu xitabê dilan kir û bi gotinên kurdî ve li dijî wesayetê tevgeriya.
Alkiş wiha axivî: "Davutoglu bi vê peyama xwe ve got ku ji kurdan û kurdî ya ku bi salane bi qanûnan ve hatine qedexekirin netirsin. Bi vê axaftinê ve li Tirkiyeyê cara ewil e ku paradigma diguhere. Yên ku ji vê aciz dibin propagandayeke nijadî ve tevdigerin û dixwazin bizivirin rojên berê. Lê gel li cem mîmarên pêvajoya çareseriyê disekinin."
Alîkarê Serokê Giştî yê Platforma Ciwanên Aqil Reyhan Aydin jî got ku ew bi hemû nûnerên partiyan ên siyasî û lijneyên civakî yên sîvîl re hevdîtinan pêk aniye û tespît kiriye ku di civakî de rewşeke rehet pêk heye.
Aydin wiha axivî: "Divê tu kes ji vê gotina Davutoglu aciz nebe, lewra ev axaftin li ser bingeha wekheviyê ye. Tişta nebaş ew e ku hin kes ji biratiyê aciz in."