27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
DIYARBAKIR
Yusuf Erê ku li Diyarbekirê sala par di roja 4an a Eyda Qurbanê da dema ku goşt li feqîran belav dikirin 4 hevalên wî hatin kuştin, wê demê ji bîr nake û di vê eydê da jî êşa wî teze bû.
Li Diyarbekirê di çalakiyên 6-7ê cotmehê da ku bi hinceta DAEŞê hatin kirin Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyat Guneş dema ku goştê qurbanan ên komeleyekê li feqîran belav dikirin hatin kuştin. Yusuf Erê ku bi hevalên xwe ra goşt belav dikir jî birîndar xilas bûbû.
Er destnîşan kir ku ev bûyer ji bîra wî naçe û got ku ez dixwazim bûyerên wiha cardin çênebin.
Er daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî bûyerê derûniya wî xera bûye û wiha xeberda: "Dema kuştina hevalên min tê ber çavên min."
Er diyar kir ku di ser bûyerê ra salek derbas bû û wiha axivî: "Ez di êrîşê da birîndar bûm. Piştî 3 rojan rabûm ser xwe. Dema min li nexweşxaneyê li birînên xwe dinihêrî, min digot 'Meriv çawa ewqas hov dibe?' Kesên ku li Arakan û Myanmarê hatin kuştin tên bîra min. Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyat Guneş jî mînakên li Tirkiyeyê ne."
Er di xeberdana xwe da bal kişand ser bûyerê û wiha got: "Dema em di avahiyê da bûn û êşkence li cinazeyên hevalên min dihatin kirin, jin û kal û pîr daneketin jêrê û derdiketin ber pacê û li tawe û firaqan dixistin û piştgiriyê didan wan. Kî diçe ber wê avahiyê digirî. Çend caran min xwest herim ber avahiyê, lê min taqet nekir."
Er diyar kir ku demekê li derveyî bajêr hat dermankirin û wiha dewam kir: "Dema ez hatim çûm ser mezelên hevalên xwe ji bo wan dia dikim. Tim Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyat Guneş tên bîra min. Bila bûyerên wiha cardin çênebin û yên berpirsiyar bên cezakirin."