İsa Toprak
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 14 Îlon 2023
Ji bo kesên dixwazin sala bê cara ewil herin hecê li ser pergala e-Devletê serlêdana qeydê dest pê kir.
Kesên dixwazin herin hecê wê heta 11ê Cotmehê pereyê ji bo qeyda ewil li bankayên ku peyman bi wan ra heye razînin û li ser "http://ddo.link/hac"ê bi awayekî dijîtal, bi hêsanî qeyda xwe çêbikin.
Kesên berê serî lê dane jî wê dîsa li ser heman pergalê bikaribin agahiyên xwe yên nû ku dixwazin ji kîjan bajarî û bi kî ra herin hecê û li ku derê bimînin, qeyd bikin.