Sevim Hatun
26 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
RIYAD
Bi milyonan misilman, ji bo bicihanîna farîzaya hecê ku ji pênc şertên îslamê yek e, her sal diçin axa pîroz. Lê mixabin li axa pîroz, her tim bûyerên dilsoj diqewimin.
Tê gotin ku îzdihama Mînayê ku di encamê de 753 kes mirin, 887 kes jî birîndar bûn, facîaya duyemîn a mezintirîn a 40 salên dawîn e.
Di 11ê îlonê de li Kabeyê qezaya vîncê qewimî bû û di encamê de 107 kes miribûn. Misilman îsal dîsa di serdema hecê de hatin axa pîroz û bi vê qezaya dilsoj ra rûbirû bûn. Alema îslamê ji ber vê qezayê xemgîn e.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî, ji bo rê li ber girtina qezayan tewdîrên wekî "di nav de pisporên têkoşîna dijî terorê, pisporên trafîkê û ekîbên parastina sivîl jî bi tevahî ekîbeka ku ji 100 hezar kesî pêk hat wezîfedar kir" hildan, lê wisa xuya dike ku ev bergirî têrê nakin û nekirin.
Facîayên ku di 40 salên dawîn de qewimîn wiha hatin rêzkirin:
24ê îlonê 2015: Li gor agahiyên dawîn, li Mînayê di îzdihamê de 753 kes mirin, 887 kes jî birîndar bûn.
12ê rêbendanê 2006: Dema kevirkirina şeytên de, îzdiham çêbû û di îzdihamê de 364 kes mirin.
1ê sibatê 2004: Roja ewil a şeytên kevirkirinê îzdiham çêbû, di îzdihamê de 251 kes mirin.
11ê sibatê 2003: Roja ewil a şeytên kevirkirinê îzdiham çêbû, di îzdihamê de 6 jê jin bi tevahî 14 kes mirin.
5ê adarê 2001: Dema şeytên kevirkirinê 35 kes mirin, gelek kes jî bi sivikî birîndar bûn.
9ê nîsanê 1998: Di îzdihama Mînayê de 118 kes mirin, 180 kes jî birîndar bûn.
24ê gulanê 1994: Dema kevirikirina şeytên îzdiham çêbû, di îzdihamê de 270 kes mirin.
2ê tîrmehê 1990: Li Mînayê, di îzdihama tunêlê de hezar û 426 kes mirin.
-Bûyerên din ên li hecê qewimîn:
11ê îlonê 2015: Di qezaya vîncê ya li Kabeyê çêbû de 107 kes mirin û 238 kes birîndar bûn.
6ê rêbendanê 2006: Li Mekeyê di encama hilweşîna hotelekê de 76 kes mirin.
15ê nîsanê 1997: Li Mînayê di nav konên ku lê hecî diman de, şewat çêbû, di şewatê de 343 kes mirin. Zêdetirî hezar û 500î jî birîndar bûn.
10ê tîrmehê 1989: Li nêzî Mescîd-î Heramê du êrîş li dar xistin. Di êrîşê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.
31ê tîrmehê 1987: Di bûyerên navbera heciyên îranî û hêzên ewlehiyê yên siûdî çêbûn de, 275 jê îranî bi tevahî 400 hecî mirin.
20ê sermawezê 1979: Kesên çekdar ên dijî rêvebiriya Siûdî, bi dehan kesan di nav Mescîd-î Heramê de rehîn girtin. Di serdegirtinê de 153 kes mirin û 560 kes birîndar bûn.
Kanûn 1975: Di kampeka nêzî Mekkeyê ya lê hecî diman de şewat çêbû. Di bûyerê de 200 hecî mirin.