27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Kîfah Mistefa şêwirmendê Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) eşkere kir ku dîmenên wan tankerên ku Rûsyayê belav kiribûn, ne yên DAEŞê, yê wan tankerên ku ji HKIyê diçûn Tirkiyeyê ne.
Mistefa der barê vê mijarê da ji nûçegihanê AAyê ra ragihand, "Ew îdiaya artêşa Rûsyayê, ku dibêje goya tankerên neftê yên DAEŞê di nav Herêma Kurdistanê ra diçin Tirkiyeyê, bi tevahî bê bingeh e û ji rastiyê dûr e. Ew dîmen yên wan tankerên, ku nefta xav ya Herêma Kurdistanê, di deriyê Îbrahîm Xelîl ra diguhazin Bêndera Ceyhana Tirkiyeyê ne."
Mistefa anî ziman ku Rûsya baş dizane bê ka HKI têkoşîneke çawa li dijî DAEŞa rêxistina terorê birêve dibe û got, "Pêşmerge ji bo nehiştina terorîstên DAEŞê di cebheyan da şerekî dijwar diajo. Naxwe di rewşeke wiha da, wê çawa rê bide ku guhastina neftê di ser Herêma Kurdistanê ra bike?"
Artêşa Rûsyayê berî nuha bi 2 rojan, dîmenên peykê yên 12 tankeran li Zaxoya navçeya Dihokê ya HKIyê belav kiribû û îdia kiribû ku nefta DAEŞê ji Tirkiyeyê ra tê veguhastin.